Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê ragihand

29-07-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Kurdistan Rêveberiya Xweser Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya tedbîrên nû yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser qedexeya çûn û hatinê li herêma Cizîrê ragihand.

Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ku îmzeya herdu hevserokan Bêrîvan Xalid û Ebid Elmihbaş li ser e, biryar da ku li herêma Cizîrê qedexeya çûn û hatinê ragihîne.

Li gor daxuyaniyê, qedexeya çûn û hatinê ji roja yekem a cejna Qurbanê dest pê dike û bo dema 10 rojan berdewam dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye goyin, ji bilî tevgera bazirganî, çûn û hatin û tevgera veguhastinê bi awayekê temam di navbera Herêma Cizîrê û îdareyên din de tê rawestandin.

Herwiha tevahiya civînên giştî yên weke kombûnên werzişî, kombûnên cejnê, melevangeh û kafeterya tên girtin.

Herwiha tevgera otubusên veguhastina giştî li nav bajaran jî tê rawestandin.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku çend rewşên din ên pêketina bi vîrusa COVID-19 hatin tomarkirin, Rêveberiya Xweser tedbîrên nû ji bo rûbirûbûna vê vîrusê ragihandine.

Di nava vê heftiya dawî de, 6 kes li Rojavayê Kurdistanê bi koronayê ketine. Ji wan pêketiyan, 4 kes li Hesekê, kesek li Dêrikê û 3 kes jî li Qamişloyê bi vîrusa COVID-19 ketine.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişlo, Rengîn Şero ragihand, ew kes li malên xwe tên çareserkirin û 88 kes jî ku peywendî û temasa wan ligel pêketiyan hebûne, hatine karantînekirin.

Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, niha li Rojavayê Kurdistanê 8 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku pêketina 6 kesan di heftiya dawî de bûye.

Li ser zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, xelkê Qamişlo dibêjin ku bi riya hatina kesên biyanî vêrusa Korona derbasî nava wan û Rojavayê Kurdistanê bûye, ji ber ku dema qedexeya çûn û hatinê hebû, Korona tune bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst