GEVER – Malbatek ev 15 roj in li derve dimîne

29-07-2019
RÛDAW
Destê alîkariyê bo wê malbatê hat dirêjkirin
Destê alîkariyê bo wê malbatê hat dirêjkirin
Nîşan Gever Kemal Çal Colemêrg Emrullah Gur xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destê alîkariyê bo wê malbata ku ev 15 roj in li Geverê li ser banê xaniyekê dijî, hat dirêjkirin. Serokê AK Partiyê yê Colmêrgê jî got ku ew dê alîkariya pêwîst bidin wê malbatê.

 

Li navçeya Gever a Colemêrgê, di heyama şerê nav bajaran û ragihandina qedexeyên derketina derve de, xaniyê Kemal û Rûgeş Çal ê bi kirê jî rastî ziyanê hat û herî dawîn jî biryara rûxandinê bo wî xanî hat dayîn.

 

Malbata Çal jî ku 3 zarokên wan hene piştî vê biryarê hewl da bo xwe xaniyekî bibînin, lêbelê xaniyekî li gorî budçeya xwe nedît û ew malbat ji neçarî ev 15 roj in li taxa Esenyurtê li ser banê xaniyekê dima.

 

Kemal Çal piştî ku bêkar ma, nekarî debara malbata xwe bike û bi rêya malperên herêmî banga alîkariyê li rayedaran kir.

 

“Dê alîkariya malbatê bê kirin”


Serokê AK Partiyê yê Colemêrgê Emrullah Gur ji Rûdawê re axivî û aşkere kir ku wî bi xwe serdana wê malbatê kiriye û got, “Ji bo vê malbata me xanî dê bê dîtin û alîkariya pêwîst dê bê kirin.” Gur diyar kir ku Dezgeha Alîkariya Civakî jî dê alîkariya wê malbatê bike.

 

Li hêla din karzasên Geverî, rêxistinên civaka sivîl, qaymeqamî û şaredariyê jî ji bo alîkariya wê malbatê xebat daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst