Li Tirkiyê kîna li beramber koçberên Sûriyeyî zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê her diçe kîna li beramber koçberên Sûriyeyî zêde dibe. Li gor rapirsiyekê, li Tirkiyê rêjeya wan kesên amade ne ligel koçberên Sûriyeyî di yek malê de bimînin ji sedî 50 kêm bûye.

 

Kompanya Rapirsî û Lêkolînan KONDAyê encamên wê rapirsiyê belav kirin ku li ser nerîna xelkê ya derbarê koçberên Sûriyeyî de yên li Tirkiyê kiriye.


Li gor encamên rapirsiyê, di Sibata 2016ê de ji sedî 14ê xelkê Tirkiyê amade bûn di yek malê de ligel penaberên Sûriyeyî bimînin û ew rêje di Temûza 2019ê de daketiye ji sedî 7, wate ji sedî ‎‎50 kêm bûye.


Rêjeya wan kesên ku digotin amade ne di yek avahiyê de cîranê malbateke Sûriyeyî bin ji sedî ‎‎41 daketiye ji sedî 21ê, yên ku amade ne li yek taxê ligel Sûriyeyiyan bimînin, rêjeya wan ji sedî ‎‎57 daketiye ji sedî 31.


Li gor rapirsiya KONDAyê, rêjeya wan welatiyên Tirkiyê yên ku dixwazin ligel koçberên Sûriyeyî li yek bajarî bimînin, ji sedî 72 daketiye ji sedî 40.