Tevgera Goranê navên berbijêrên xwe bo hilbijartinên parlamentoyê aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îro di dawîn muhleta yasayî de, ku komîsyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê diyar kiribû, Tevgera Goranê navên berbijarên xwe bo hilbiajrtinên parlamentoya Kurdistanê aşkere kir.

 

Îro Duşembî 29ê Tîrmeha 2018an Tevgera Goranê navên berbijarên xwe yên bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê aşkere kir. Li gorî lîsteya ku Goranê ragihandiye, Elî Heme Salih weke serokê lîsta Goranê hatiye diyarkirin, ku di xûla niha de jî parlamenterê vê tevgerê di parlamentoya Kurdistanê de ye.

 

Herwiha lîsteya hilbijartinê ya Tevgera Goranê ji 100 berbijêran pêk tê.

 

Rêkxerê Jûra Hilbijartinê ya Tevgera Goranê, Zimnako Celal di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Îro Tevgera Goranê lîsteya navên berbijêrên xwe radestî Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê kir.”

 

Biryar e di 30ê Îlona îsal de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bihê lidarxistin.

 

Li gorî biryara komîsyona hilbijartinan, îro dawî muhlet bû jibo tomarkirin û pêşkêşkirina lîsteya navê berbijêrên partiyan.