Navenda Nûçeyan - Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê welatî hespên xwe yên di barkişandin û çandiniyê de didin xebatê rojê sê danan dişon ku ew honik bibin.
Li navçeya Qamuşan a Qersê hewa germ e û bandorê li ser hespan jî dike.
Hin caran germahî digihîje 35 pileyî, hespên bar dikşînin ji germahiyê aciz dibin. Ji ber vê xwediyê hespan rojê sê caran li ber derê xwe avê li hespan dikin û wan dişon ku hesp honik bibin.
Şenay Vanlî yê xwedî hespan e diyar kir ku di rojên dawiyê de hewa gelek germ e, çawa ku mirov ji ber germê aciz dibin, ajel wisa jî aciz dibin.
Şenya Vanli da zanîn ku ew hespan di barkişandin û zeviyan de didin xebatê û wiha pê de çû: "Ew gelek diwestin, xwêdan didin û hin caran jî nexweş dibin. Çawa ku mirov xwedan didin, diwestin û paşê serê xwe dişon rehet dibin ew jî wisa. Em rojê sê caran wan dişon ku ew bêhna xwe bidin û honik bibin. Heke em wan baş xwedî nekin ew jî nikarin baş xizmetê bidin me."
Nehîr Yenîce jî got ew qîmetê didin hespan û wiha axivî: "Em serê sibê bi erebeya hespan gihayê dikşînin, ji daristanê qozeyan tînin. Ji ber ku hewa germ e, ajel xwêdan didin û diwestin. Em jî hespên xwe dişon ku ew honik û rehet bibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse