Civata Bilind a Referandûmê ji bo ‘nexşerê’ dicive

29-07-2017
RÛDAW
Nîşan Civata Bilind a Referandûmê Herêma Kurdistanê Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tê payîn sibe, 30-07-2017 Civata Bilind a Referandûmê ya Başûrê Kurdistanê bicive. Endamekî civatê dibêje, dê nexşerêya paşerojê were diyarkirin.

 

Endamê Civata Bilind a Referandûmê Ebdullah Wertê ji Rûdawê re ragihand: “Roja Yekşemê 30-07-2017, Civata Bilind a Referandûmê dê li Selahadîn bicive. Di civînê de dê nexşerêya paşerojê ya civatê were diyar kirin.”

 

Wertê da zanîn, ku biryare di civînê de komîsyonên siyasî û dîplomasî ya ji bo serdana welatan were pêkanîn.

 

Ebdullah Wertê got: “Dibe ji bo dîplomasiyê 2 komîsyon werin avakirin. Yek ji wan ji bo serdana welatan û ya din jî ji bo serdana Bexdayê.”

 

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin. Herwiha biryar hate dayîn Civata Bilind a Referandûmê were avakirin.

 

Civata Bilind a Referandûmê roja 8ê Tîrmehê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, saz kir.

 

Piştî vê şandekî Kurdistanê serdana Belçîkayê kir û li gel berpirsên vî welatî û herwiha yê Yekîtiya Ewropayê hevdîtin pêk anî. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst