Însiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê xebatên xwe berfireh dike

29-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – “Însîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê’’  ya li Bakurê Kurdistanê ji aliyê çend 13 siyasetmedar, nivîskar û hiquqnasan pêk tê xebatên xwe ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.


Ji bo piştgirî û xwedîlêderketina referanduma serxwebûnê ya ku di roja 25ê Îlona 2017an de li Başûrê Kurdistanê li dar bikeve, li Amedê di roja 15ê Temûza 2017an de, li ser banga  Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrta Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T), Partiya Sosyasyalîsta Azadiyê (OSP), Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK)  “Komxebata Referanduma Serxwebûna Kurdistanê’’ li dar ketibû.


Li gel 6 Partî û hereketan, gelek dezgehên sivîl û siyasetvanên serbixwe jî beşdarî vê komxebatê bibûn. Di Komxebatê de ji bo birêvebirina xebatên piştgirîya referandûmê însîyatîfek ku ji 13 kesan pêk hatî hatibû hilbijartin.


Însîyatîfa ku ji alîyê komxebatê ve hatibû hilbijartin, di roja 16.07.2017an de civîna xwe ya yekemîn li dar xist.Di vê civînê de, ji bo organîzekirina xebatên teknîkî sekreteryayek hate hilbijartin. Sekreterya û endamên Însîyatîfê yên dikarîbûn beşdar bibin, ji bo tesbît kirina bernameya xebatê çend civîn li dar xistin.


Di encama van civînan de bernameya xebatê hate tesbîtkirin.


Endamê Sekreteryaya însîyatîfê, Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê xebatên însîyatîfê de hinek agahdarî dan.


Li gorî van agahdarîyan navê Însîyatîfê dê bibe “Însîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê”. Ji bo sefaretan, partiyên siyasî, dezgehên sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, nîvîskar û rojnamevanan deklerasyonek hate amadekirin da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin.


Mustafa Ozçelik diyar kir ku însiyatîfa navborî serdana HAK-PAR û HUDPArê kiriye û biryar daye ku bi HDP,  AKP û CHP jî re hevdîtinan pêk bîne.


Herwiha Ozçelik got  ji bo hevdîtên bi seferatên hinek dewletan yên li Tirkîyeyê û hevdîtinên bi dezgehên sivîl yên Tirkîyeyê re jî hinek hewldanên wan dê hebin.


Ji bo hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, Komîsyona Bilinda Referandûmê, partiyên siyasî yên Başûr û Rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xebatên wan hene û got: “Em dixwazin Serokê Komara Tirkîyeyê Rêzdar Recep Tayip Erdogan jî bibînin. Ji bo vê jî hinek hewldanên me hene.”


Serokê PAKê di derbarê çalakîyên ku di bernameya xebatê ya Însîyatîfa wan de heye jî weha got: “Beşeke xebatên me jî ji konferans û civînên girseyî dê pêk werin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konferans û civînên ku akademîsyen, siyasetvan, rîsipiyên me,rewşenbîr û nivîskar û gelê me dê beşdar bibin emê li dar bixin’’.


Li gor agahdarîyên ku Ozçelîk daye însîyatîfa wan ji bo hemû parlamenterên Kurd yên di Parlamentoya Tirkiyê de ne nameyek amade kiriye da ku piştgiriya referandûma serxwebûnê bikin. Ev nameye yek bi yek ji parlamneteran re dê bê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst