YPS: 66 şervanên me li Cizîrê şehîd ketin

Navenda Nûçeyan – YPSê di daxuyaniyekê de ragihand, di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li Cizîrê 66 şervan û 213 welatiyên sivîl hatine şehîdkirin.

 

Îro înê Fermandariya Hevrêziya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS)  derbarê şerê li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hejmara kuştiyên şervan û sivîlan aşkere kir.

 

Di vê daxuyaniyê de tê gotin, ku di şer û pevçûnên li navçeya Cizîrê de 66 şervanên YPSê şehîd ketine.

 

Herwiha hatiye gotin, ku 213 welatiyên sivîl jî di dema şer û pevçûnên 79 rojî yên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane.

 

YPSê navê wan kesan, cihê ji dayikbûna wan, tarîxa ji dayikbûn û kuştin û herwiha navên kod ên wan kesan aşkere kiriye. Piraniya keêsn ku jiyana xwe ji dest dane, temenê wan di navbera 17 heta 30 saliyê de ye.