PKKê li nêzîkî Dêrsimê wesayît şewitandin

 

Dêrsîm (Rûdaw) – Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser rêya Dêrsîm-Xozatê rê girtin, lêgerîna nasnameyî pêk anîn û 3 wesayît jî şewitandin.

Gerîlayên PKKê duh bi şev li ser rêya bejahî ya ku di navbera bajarê Dêrsîmê û qezaya Xozatê de ye, rê girtin û piştî lêgerîna nasnameyî, şofêrên sê wesayîtan jî girtin.

Gerîlayên PKKê piştî şewitandina wan wesayîtan, ku ji pîkab û wesayîteke avgir a Rêveberiya Daristanan û wesayîteke Şîrketa Belavkirin û Berhemhênana Elektrîkê ya Firatê pêk dihat, şewitandin, dîsa şofêr berdan.

Dema tîma Rûdawê gihêşt cihê bûyerê, hîna wesayît dişewitîn.

Piştî şewitandina wesayîtan, 2 helîkopterên leşkerî hinek deverên nêzîkî bûyerê bombebaran kirin.