Cejna Remezanê li Kampa Domîzê

29-07-2014
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Kempa Dumez
Kempa Dumez
A+ A-

 

Domîz (Rûdaw)- Dirêjbûna nexşeya Rojavayê Kurdistanê kir ku naskirina xelkê bi hev kêm bibe.


li Kempa Domîzê naskirin berfireh dibe herwiha pîrozbahiyên cejnê ku nema xelkên yek deverê an yek herêmê cejna hev dikin lê xelkên Rojavayê Kurdistanê bi giştî Cejna Remezanê li hev pîroz dikin.


Şahî her beşdare çi  mirov penaber be an li mala xwe be ,dîsa xelkên hev dinasin dicivin û mal bi mal digerin cejna hev dikin lewma ew li dêrikê an li kempa domîzê bin her divê rojînên xwe derbas bikin.


li kempê xelkê Kobanê, Efrînê herwiha herêma Cezîrê hene û ev yek dike ku cejn berfireh bibe û naskirina xelkên herêmên rojavayê kurdistanê bi hêztir bibe.


Rewşa nû malbat dûrî hev xistin û piştî ko cejn li gel hev dikirin niha heger dengê hev bikin ew cejneke bi xwe ye li gorî penaberan.


Dirêjbûna nexşeya rojava yê kurdistanê kir ko peywendiyên civakî kêm bin lê niha penaberî wan dighîne hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst