Top li Dêrelûkê ket, gundek hat valakirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Îro devdevê êvarê guleyeke topê li navenda nahiyeya Dêrelûkê ya Amêdiyê ket.

Nûçegihanê Rûdawê Huner Reşîd da zanîn ku guleya topê bi 50 metreyî li nêzîkî malekê ketiye.

Li gorî agahiyên ku Huner Reşîd Reşîd dane, mirî yan birîndar nînin lê xisareke zêde gihaye xelkê.

Dilovan Rêkaniyê ku şêniyekî Dêrelûkê ye ji Rûdawê re da zanîn ku gule li nêzîkî mala wî ketiye û got, “Tirs û xof li nav xelkê belav bûye.”

 Gundek hat valakirin

Tirkiyeyê demên dawiyê êrişên xwe yên bi hinceta PKKyê zêde kirine û ji ver van êrişan gundekî Amêdiyê hat valakirin.

Çavkaniyeke fermî ya ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re za zanîn ku gundê Dergela Mûsabegê yê li quntarên Çiyayê Metînayê ji ber êrişan hatiye valakirin.

Şêniyên gund zivistanan diçin germiyanan û havînan diçin zozanan lê ew niha ji ber êrişan neçar mane û ji mal û milkê xwe bar bikin.

Tirkiye haziriya êrişê dike

Li hêla din, Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihandibû ku Tirkiyeyê di nava 10 rojan de herî kêm 300 tank birine 6 gundên Dihokê û amadehiya êrişê dike.

Li gorî rapora CPTyê, leşkerên Tirkiyeyê ketine gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê yên Kanî Masêyê û bi peyatî li nava gundan digerin.

CPTyê herwiha ragihandibû ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdeyî 800 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîlan jî ji ber wan êrişan canê xwe ji dest daye.