PWKyê li ser Şêx Seîd semînerek li dar xist

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Xalid Begê Cibrî PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Amedê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo 99emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî semînereke bibîranînê li dar xist.

Di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalên wî re 99 sal derbas bûn.

Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta wê demê ya Kemalîstan a Tirkiyeyê serhildan da destpêkirin.

Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran moderatoriya semînerê kir.

Lêkolîner Kerem Serhedî û Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay di semînêrê de axivîn.

Rewşenbîr, endam û nûnerên partiyên PSK, HAK-PAR, DDKDyê û jî beşdarî semînerê bûn.

Di destpêka semînerê de rêz li şehîdên Kurdistanê hat girtin.

Hanîfî Tûran, di destpêka semînerê de behsa şexsiyeta Şêx Seîd û Tevgera Azadiyê ya 1925an kir.

Piştre Mehmet Can Azbay, jî li ser rola Tevgera Azadiyê, Xalid Begê Cibirî û Şêx Seîd de gotarek pêşkêş kir.

Herwiha dîrokzan Kerem Serhedî jî li ser Tevgera Azadiyê çend belgeyan nû eşkere kirin.

Kerem Serhedî belgeyeke nû pêşkêşî guhdaran kir û eşkere kir ku gava Şêx Seîd bi hinceta “îxaneta navxweyî tê girtin” di îfadeya xwe ya ewil a li qereqola Tirkiyeyê gotiye, ‘me ji bo dewleta milî ya Kurdan ev têkoşîna meşandiye’ û Şêx Seîd li dijî zilmê serî hilda ye.

Semîner bi pirs û şîroveyên beşdaran bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst