Komeleya Şêx Seîd: Bila 2025 bibe sedsala Şêx Seîd û hevalên wî

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Komeleya Şêx Seîd Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şêx Seîdê diyar kir ku bila sala 2025ê bibe sedsala bîranîna Şêx Sed û hevalê wî.

Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin.

Lê belê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin darvekirin.

Komeleya Şêx Seîd ji bo 99 saliya îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî daxuyaniyek belav kir.

“Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî zilmê serî hildan”

Komeleya di daxuyaniyê de behsa serhildana Şêx Seîd û hevalên wî kir û wiha got:

“Îro 99emîn salvegera şehadeta şehîdê Kurdistanê Şêx Seîd û hevalên wî ye ku canê xwe ji bo bawerî û azadiya gelê me feda kiriye.

Ji sedsaliya vê berxwedana pîroz re salek ma ye, em hêvî dikin ku sala 2025an bibe sedsala Şêx Seîd û hevalên wî.

Şêx Seîd û rêhevalên wî yên dozê, ji bo maf, azadî û rûmeta gelê Kurd, bi cesareteke mezin xebat û têkoşîn kirin. Têkoşîna wan serhildana li dijî zilm û neheqiyê ye.

Ev lehengên ku ji bo vê doza pîroz canê xwe feda kiriye dê her û her di dilê gelê me de bijîn.

Bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li welat dijîn divê ders be.

Divê em ji rûpelên bi êş ên dîrokê dersê bistînin û têkoşîna demokrasî û mafên mirovan bi biryardarî bidomînin da ku careke din êşên bi vî rengî dubare nebin.

Erkê me yê herî mezin e ku em yekîtî û yekrêziya gelê xwe biparêzin û têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ya azadî û edaletê bigihînin pêşerojê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst