SOHR: Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi zeviyên Kobaniyê ket

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Kobanî HSD SOHR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke Tirkiyeyê gundên Kulteb û Bexdikê yên Kobaniyê bombebaran kir û di encamê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Tirkiyeyê de şer û pevçûn derketine.

Li gorî SOHRê, piştî wan şer û pevçûnê droneke Tirkiyeyê herêma navbera her du gundên Kulteb û Bexdikê li Kobaniyê bombebaran kirin.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir ku piştî bombebaranê agir bi zeviyên çandiyê yên her du gundan ket.

Ji destpêka îsal heta niha Tirkiyeyê 80 caran navçeyên cûda yên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine û di encamê de 26 kesan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst