Di ser bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî re 99 sal derbas bûn

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser bidarvekirina Şêx Seîdê Pîran û 46 hevalên wî re 99 sal derbas bûn.

Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin.

Lê belê serhildana wî bi ser neket û Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê ve hatin bidarvekirin.

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Paloyê ya Xarpêtê ji dayik bû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdar ê terîqeta Neqşîbendî bû.

Şêx Seîd li navçeya Xinisê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedandibû.

Ew Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û ligel hejmarek parlamenterên Kurd, mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, li dijî hikûmeta Komara Tirkiyeyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike.

Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û roja 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdan de yek ji serhildanên herî berfireh e ku li 14 bajar û navçeyan belav bûbû.

Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin bidarvekirin.

Bi awayekî formalîte hatin darizandin

Piştî ku serhildana Şêx Seîdê Pîran şikest û ew û gelek hevalên wî hatin girtin, 10ê Gulana 1925an li Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê bi awayekî formalîte hatin darizandin.

Darizandina formalîte ya ku nêzikî 5 rojan wan dewam kir, di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da.

Herwiha li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.

Li meydana Deriyê Çiyê hatin bidarvekirin

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li meydan Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Bi tevahî 47 kes hatin bidarvekirin.

Cihê gorên wan ne diyar e

Ji wê rojê heta niha hê jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyeyê cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî li ku derê veşartine û gora wan hê jî ne diyar e.

Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û rêxistinên Kurdan ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin.

Dadgehê red kir

Herî dawî meha Hezîrana 2023yan, 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê li ser serlêdana malbata Şêx Seîd û Baroya Amedê, daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî, bi hinceta ku di destê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de ti zanyarî nînin red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst