Xarpêt: Kesekî hevjîna xwe ya berê bi kêrê birîndar kir

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Jin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya berê da ber kêrê û bi giranî birîndar kir.

Li gor îdîayan, jina bi navê Y.B.Ç. ya 26 sal î, telefonî hevjînê xwe yê berê E.E. kiriye û jê xwestiye kurê wê yê ku ev salek û nîv bû jê dûr bû demekê li cem wê jî bimîne.

Li ser vê yekê, E.E. ji hevjîna xwe ya berê re gotiye ku ew dikare li mala bapîrê wê kurê wê bidiyê.

Jina navborî dema ku ji bo wergirtina kurê xwe diçe mala bapîrê xwe di navbera wê û hevjînê wê yê berê de nîqaş derdikeve.

Piştî nîqaşê E.E. hevjîna xwe ya berê Y.B.Ç.yê dide ber kêran û wê bi giranî birîndar dike.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û jina birîndar rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Piştî bûyerê E.E. ji aliyê polîsan ve hat destserkirin û bi biryara dadgehê hat girtin.

Hatiye ragihandin ku rewşa tenduristiya Y.B.Ç.yê ne baş e û di beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê de tê dermankirin.

Li gorî rapora “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, di Gulana îsal de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistan 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 20 jin jî mirî hatine dîtin ku guman ji mirina wan tê kirin.

Li gorî raporê, piraniya wan jinên hatine kuştin ji aliyê hevjîn, hevjînên berê an jî dergistiyên xwe ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst