3 karsazên Kurd ên ku ji bo şaredariyên 3 bajaran berbijêr in ji Rûdawê re axivîn

29-06-2023
Ferdî Sak
3 karsazên Kurd ên ku ji bo şaredariyên 3 parêzgehan berbijêr in ji Rûdawê re axivîn
3 karsazên Kurd ên ku ji bo şaredariyên 3 parêzgehan berbijêr in ji Rûdawê re axivîn
Nîşan Şemsettîn Bozkurt Yilmaz Uzeyîroglu Muazzez Baktaş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an zêdeyî 9 meh mane lê ji niha ve 3 karsazên Kurd Yilmaz Uzeyîroglu, Muazzez Baktaş û Şemsettîn Bozkurt berbijêriyên xwe ji bo parêzgehên Amed, Wan û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê ragihandin.

Her sê karsazên Kurd derbarê sedemên berbijêriya xwe û projeyên xwe yên bo van her sê bajaran de ji Rûdawê re axivîn.

Karsaz Yilmaz Uzeyîroglu ku bi xwe ji Agirî ye xwestibû di hilbijartinên borî yên xwecihî de ji  bajarê xwe bibe berbijêrê  HDPê. Ev daxwaza wî bi hincetên cûda hatibû red kirin lê vê carê dibêje "ez berbijêrê Amedê me" û bo gihiştina wê armanca xwe jî bang li HDPê û YSPê dike.

Karsaz û Berbijêrê Şaredariya Amedê Yilmaz Uzeyîroglu got, “Eger xwedê hez bike em dê bajarê Amedê bikin hevalê Munih û Mîlanoyê. Xebatên me gelek baş û mezin Em dixwazin derbarê vê berbijêriya me de Partiya Çepên Kesk xeletiyê neke. Eger wekî agirî vê şaşitiyê li Amedê jî bike dê winda bike.”

Karsaz û Berbijêrê Şaredariya Amedê Yilmaz Uzeyîroglu ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

Karsaz û siyasetmedar Şemsettîn Bozkurt jî dixwaze vê carê şaredariya bajarê xwe ya Wanê birêve bibe. Ev 2 serdem in ku qeyûm bo ser şaredariyên HDPê yên Bakurê Kurdistanê tên danîn, Şemsettîn Bozkurt hişyariyê dide HDP û YSPê ku di mijara diyarkirina berbijêran de baldar bin û ti hincetekê nexin destê dewletê ku careke din qeyûman bo ser şaredariyan deyne.

Karsaz û Berbijêrê Şaredariya Wanê Şemsettîn Bozkurt anî ziman, “HDPê ji bo avêtina qeyûman, ti bersiveke ku civakê tatmîn bike neda. Em dixwazin mirovên wekî me sivîl, di dadgehan de dozên wan tine ne û bersûc nînin bikin berbijêr. Ez di wê baweriyê de me eger tîmek wiha bê hilbijartin dewlet jî dê di zorê de bimîne û nikare qeyûman deyne ser şaredariyan.”

Karsaz û Berbijêrê Şaredariya Wanê Şemsettîn Bozkurt ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

Karsaz Muazzez Baktaş jî zêdetirî 30 sal in di nav jiyana kar de ye. Bazirganiya navdewletî ya kelûpelên avahîsaziyê dike. Peywendiyên wê yên xurt ên bazirganî ligel Başûrê Kurdistanê jî hene. Bo şaredariya Êlihê wek jineke Kurd biryar daye bi tena serê xwe rikeberiya aliyan bike û berbijêra serbixwe ye.

Karsaz û Berbijêra Serbixwe ya Şaredariya Êlihê Muazzez Baktaş got, “Me valahiyek di Batmanê de dît. Mixabin qeyûmab diavêjin ser van hevalên din. Yên din jî kar nakin û Batman bê xwedî ye. Em dê tiştekî baş ji Batmanê re bikin û xizmeta miletê xwe bikin. Niyeta me ewe ku em bajarê xwe bikin wek bajarekî Ewropayê.”

Karsaz û Berbijêra Serbixwe ya Şaredariya Êlihê Muazzez Baktaş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

Piştî hilbijartinên xwecihî yên sala 2014 û 2019an dû serdem in desthilata Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê qeyûman bo ser şaredariyên HDPê dideyne. Niha jî 48 şaredariyên HDPê ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin. Ev hersê karsazên Bakurê Kurdistanê naxwazin heman senaryo dûbare bibin û dibêjin amade ne vê carê bo şaredariyan berpirsyariyê werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst