Heciyekî Kurd di bûyereke trafîkê de canê xwe ji dest da

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kurd Hecî Mekke Hecî Hesen Ebdullah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Mekke yê Erebistana Siûdî di bûyereke trafîkê de heciyekî Kurd jiyana xwe ji dest da û dê li wê derê were veşartin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Hec û Umreyê ya Kurdistanê, Karwan Stûnî şeva Çarşemê 28ê Hezîrana 2023yan ji Rûdawê re ragihand, “Îro danê êvarê Hecî Hesen Ebdullah niştecihê navçeya Derbendîxanê di encama bûyereke trafîkê de li cadeya Ezîziye ya li başûrê Mekkeyê canê xwe ji dest da.

Karwan Stûnî got ku tîmên îdarî yên Hecê yên Kurdistanê xwe amade dikin ku proseduran temam bikin, paşê termê wî heciyê Kurd li goristana Şeraih ya bajarê Mekkeyê tê veşartin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Hecî Hesen Ebdullah di sala 1965an de li gundê Zerdelîkaw a ser bi navçeya Derbendîxanê ya parêzgeha Silêmaniyê ve ji dayîk bûye.

Beriya ku biçe hecê, heceke umreyê kiriye, bavê sê keç û kurekî ye, karmendê Wezareta Ewqafê bûye û piştre jî teqawîd bûye.

Îsal 4 hezar û 685 kes ji Herêma Kurdistanê ve ji bo pêkanîna hecê çûne Erebistana Siûdiyê, heta niha 3 heciyên Herêma Kurdistanê li Mekkeyê mirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst