Efrîn: Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî goşt li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê belav kir

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Efrîn Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir gelek proje li wê derê çêkirin ku yek ji wan jî belavkirina goşt li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê bû.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî îro Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an li bajarê Cindirêsê yê Efrînê, projeya Qurbanî ji bo Şehîdên Cindirêsê birêve bir, 200 beran û kavir serjêkirin û li ser malbatên ziyandîtiyên erdhejê yên Cindirêsê û welatiyên hejar ên wî bajarî belav kirin.

Berpirsê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî ji Efrînê ji Rûdawê re got, wan goşt dane zêdetirî 2 hezar malbatên Cindirêsê, her malbatekê 2 kîlo goşt wergirtine.

Berpirsê Alîkariyan ê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewac Hacî anî ziman, wê projeyên wan li Herêma Efrînê ji bo xizmetkirina xelkê berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst