41 rêxistinan ji Netewên Yekbûyî re nameyek şandin

Hewlêr (Rûdaw) - 41 rêxsitin û komîteyên mafnas û civaka sivîl, bîrnameyek arasteyî sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kiriye.

Di wê bîrnameyê de hatiye ku, ji sala 2018 û 2019 ve, piştî encamdana opersyonên Tirkiyê, li dijî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê rewşeke gelekî xirab peyda bûye, ku hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê gelek binpêkarî ji yasayên navdewletî re kiriye û gelek bêserûberî, kuştin, revandin û koçberkirin li wan navçeyan kirine û pêkhateya Kurd kiriye armanc. Herwiha destdanîn yan şewitandina mal û milkên taybet û giştî . 

Wan rêxistinan di bîrnameya xwe de daxwaz ji sekreterê giştî yên Neteweyên Yekbûyî kiriye ku, rêkarên rêgirîkar li ber gef û êrîşên Tirkiyê bidin ber xwe.

41 rêxsitin û komîteyên mafnas û civaka sivîl di bîrnameyê ji Netewên Yekbûyî van daxwazan dikin:

- Daxwaz ji Tirkiyê tê kirin ku pabendî rêkeftinên navdewletî be û binpêkirinan rawestîne.

- Divê Tirkiyê û grûpên çekdar girtiyên li cem xwe azad bikin îşkencekirin û tundrewî nemînin.

- Tirkiyê li gorî yasayên navneteweyî muameleyê ligel dîlên li cem xw bike.

- Tirkiyê garantiyê bide ji bo ku koçberên bi şêweyekî ewle vegerin cihê xwe.

- Rawestandina bi cîkirina malbatên Ereb li Efrîn û Serê Kaniyê, li cihên Kurdan.

- Tirkiyê rê bide medya bi azadî karê xwe bike.

- UN û saziyên ji bo girtin û dadgehkirin cezakirina tewanbaran kar bikin û kesên ku ziyan dîtine werin qerebûkirin.

- Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê hêzên navdewletî ve werin parastin.