DIAKURDê derbarê êrîşên Tirkiyê de ji Guterres, Biden û Macron re name şand

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê DIAKURDê Adnan Axacan di nameyekê de ku ji Netewên Yekbûyî, Amerîka, Yekîtiya Ewrop û Fransayê re şandiye, daxwaz dike ku operasyonên Tirkiyê yên li Rojava û Herêma Kurdistanê bên rawestandin. Axacan pêşniyar dike ku hêzên navneteweyî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê bên bicihkirin.

Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurd (DIAKURD) Adnan Axacan derbarî operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, ji Sekreterê Giştî ê Netewên Yekbûyî (NY) António Guterres, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen û Serokê Fransayê Emmanuel Macron re nameyek şand.

Di nameyê de Serokê DIAKURDê bang li wan aliyan dike ku bi awayekî bilez Encûmena Asayişa Navdewletî bicivînin û biryar bidin ku hêzeke ser bi Netewên Yekbûyî li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de were bicihkirin.

Serokê DIAKURDê amaje bi operasyonên Tirkiyê yên di kûrahiya 3o kîlometriya axa Rojavayê Kurdistanê û 40 kîlometriya Başûrê Kurdistanê dike û dibêje, “Dewleta Tirk bi dehezaran leşker, bi çek û amûrên leşkerî ve beşek ji rojavayê Kurdistanê dagîr kirîye û niha jî hewl dide ku bi kûrahiya 30 km hemû rojavayê Kurdistanê dagîr bike. Êrîşên dewleta Tirk nêzikî 40 km ketine nav xaka Başûrê Kurdistanê û rojane gundewarên heremê  bombaran dike. Berpirsiyarên dewleta Tirk, bi taybet jî Erdogan aşkera dibêje, ku armanca wan ya sereke pêşî lê girtina reveberîya herêmên kurdî ye û ji nav birina destkevtîyên kurdan e.”

Di nameyê de behsa êrîşên rojane û berdewam ên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û hewldanên Tirkiyê ji bo guhertina demografiya herêmên Kurdan tê kirin û tê gotin, “Êrîşên dewleta Tirk yên leşkerî li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê her roj dibe sedema kuştin û brîndarkirina sivîlên bê guneh. Dewleta tirk bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve hewl dide demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhure. Kurd ji mal û gundên xwe têne qewirandin, ereb û tirkimenên ser bi Tirkiyê ve li wan deveran têne cih kirin. ”

Axacan herwia hişyariyê dide ku êrîşên dewleta Tirkiyê dê bibe sedema dijayetî û pevçûnan di navbera gelên herêmê û dikare bibe gefek ji bo aştî û aramiya civakî ya welatên Ewropa û cîhanê.

Di beşeke din a wê nameya vekirî de, Serokê DIAKURDê dibêje ku Tirkiye rêxistinên radîkal ên îslamî ji xwe re wek gef nabîne lê Kurdan ku şerekî dijwar li dijî DAIŞ, el-Nusra, Ehrar el-Şam û hin hêzên din dikin, weke gef ji xwe re dibîne.

Adnan Axacan dibêje, tevî hebûna krîzeke mezin a aboriyê li Tirkiyê, lê belê Enqere dest ji planên xwe yên bo dagîkirina parçeyên din ên Kurdistanê bernade. Axacan wiha dibêje:“Her çend krîza aborî li Tirkiy di astek gelek bilind de ye, lê rayedarên dewleta tirk dest ji xiyalên xwe yên imparatoriyê bernedane û armanca wan dagîrkirina beşên din yên Kurdistanê ye. Li gor seranserê Surîyê aramî û îstiqrar li Rojavayê Kurdsitanê ji gelek deverên Sûrîyê yên din baştir e. Bi van bombaranan û destwerdanan dewleta Tirk, ne tenê aramî û îstiqrara herêmê ji holê radike, belku pirsgirêkên Rojhilata Navîn girantir dike.”  

DIAKURD spasiya helwêsta Fransayê di derheqê Rojavayê Kurdistanê dike û destnîşan dike, “Cihê şahnaziyê ye ku dewleta Fransayê leşkerên xwe li wan herêmên agirbest lê hatî diyarkirin cih kiriye ku pêşiya dagîrkeriya dewleta Tirk li wan herêman bigire. Em sipasiya dewleta Fransa ji bo van hewlên wan dikin, lê hewlên pêşî lêgirtina dagîrkeriya dewleta tirk ne tenê erkê dewleta Fransa belkî erkê hemû dewletên bi bandor li cîhanê ye.”

Serokê DIAKURDê Adnan Axacan diyar dike ku di êrîşên Tirkiyê de welatiyên sivîl dibin qurbanî û dibêje, “Di van êrişan de xelkê sivîl tê kuştin, brîndarkirin û derbederkirin. Em wek Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd ji hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk, daxwaz dikin, ku zext li ser dewleta Tirkiye bête kirin, da ku dev ji van êrîşên xwe yên nemirovane berdin. Dev ji xiyalên xwe yên dagirkirina rojavayê Kurdistanê berdin.”