Parêzerê malbata Şêx Seîd: Eger gor neyê aşkerekirin em dê serî li Netewên Yekbûyî bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Di ser darvekirina Şêx Seîdê Kal re tam 97 sal derbas bûn lê dewletê hê jî cihê gora Şêx Seîd eşkere nekiriye. Xelkê Amedê û Bakurê Kurdistanê û herwiha malbata Şêx Seîd, daxwaz dikin ku dewlet cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî aşkere bike.

Li gorî xelkê Amedê û malbata Şêx Seîd gora wî li hemberî qada Deriyê Çiyê, li pişt wê nexweşxaneya taybet li bexçeyê baregeha leşkerî ye. Lê ji ber ku çûna wî cihê leşkerî qedexe ye, kes nikare tu lêkolînek li ser gorê bike.

Malbata Şêx Seîd beriya demekê bi riya dadgehê serî li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê dan lê heta niha ji dadgehê jî tu encamek derneketiye.

Piraniya xelkê Amedê ku bûyera darvekirina Şêx Seîd ji bav û kalên xwe bihîstine, dibêjin Şêx Seîd û 46 hevalên xwe li pişt vê nexweşxaneya taybet hatine veşartin.

Dema Şêx Seîd hatiye darvekirin pişt vê nexweşxaneyê qadeke leşkerî bûye û niha jî pişt wê baregeheke leşkerî ye.

Fewzî Yazgan, karkerê lêkirina avahiyan dibêje, “Gora Şêx Seîd li wî diyarî ye. Li binê nexweşxaneyê ye. Wê çaxê wî li wir şehîd kiribûn.”

Welatiyê bi navê Husên Guler dibêje, “Yanî li gorî gotinên extiyarên berê li pişt wê nexweşxaneyê ye.”

Welatiyekî din dibêje, “Bira tirba wî li vir e. Tiştê em dizanin li vir e. Lê ka kî serbest dike?”

Mihemed Ozateş kesekî xanenişîn jî dibêje, “Em misilmanên umeta Mihemed em qayîl in biçin ziyareta wî û ew ziyaret bikin.”

Li gorî neviyê Şêx Seîd Evdilîlah Firat jî cihê gora Şêx Seîd weke ku xelkê Amedê dibêje li pişt wê nexweşxaneyê, li nava axa leşkerî de ye. Lê dibe ku dewlet cenazeyên wan ji wir derxistibin û li cihekî din veşartibin.

Abdulîlah Firat, neviyê Şêx Seîd ji Rûdawê re axivî û ragihand, cihê gora Şêx Seîd xuya ye lê dewlet naxwaze aşkere bike. Abdulîlah Firat got: “Cihê defin kirine kifş e. Li wir nexweşxaneyek heye, li kêleka nexweşxaneyê mexfer hene, li wir defin kirine. Berê li wir defin kirine. Lê niha li wir e, li wir nîn e nizanim. Di destê dewletê de qebra wî jî esîr e. Em ji esaretê xilas nebûne ku em gora wî ji esaretê xilas bikin.”

Ji bo ku ev hemû nezelalî ji holê rabin û cihê gora Şêx Seîd bi awayeke fermî bê eşkerekirin, malbata Şêx Seîd serî li dadgehê da û ji wezareta navxweyî jî xwestin bi belgeyan cihê gorê bibêjin. Lê ev doz hêj negihiştiye tu encamek.

Parêzerê malbata Şêx Seîd, Mehdî Ozdemîr jî dibêje, eger biryareke erênî ji dadgehên hundirê Tirkiyê dernekeve, ew dê serî li Netewên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Mehdî Ozdemîr got: “Piştî parastinê dê dadgeh biryarekê bide. Ger biryarek nerênî bide, em dê hiqûqa navxweyî biqedînin û paşê serî li Dadgeha Mafên Mirovan bidin. Di çarçoveya vê dosyeyê de Baroya Diyarbekirê û Komeleya Şêx Seîd weke sazî dê serî li Neteweyên Yekbûyî jî bidin. Ew maf heye.”

Ne tenê cihê gora Şêx Seîdê Pîran, cihê gorên Seîdê Kurdî û Seyîd Riza jî hêj nehatine eşkerekirin.