PAK: Divê Tirkiye lêborînê bixwaze û cihê gora Şêx Seîd aşkere bike

Hewlêr (Rûdaw) – Di 96mîn salvegera darvekirin û şehîdkirina Şêx Seîdê Kurdî û hevdozên wî de, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir, cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bên aşkerekirin.

Îro 96 sal di ser destpêkirina şoreşa Şêx Seîdê Pîran re derbas dibe, ku di sala 1925an de li Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin.

Serhildan tevî ku destpêkê di demeke kurt de gelek berfireh bû û li rûbereke mezin ji axa Bakurê Kurdistanê şervanên Kurd dest bi serhildanê kirin, lê paşê ji ber gelek sedeman serhildan rastî şikestinê hat û Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin girtin û di dadgeheke bêserûber de biryara darvekirinê di derheqê wan de hat dayîn.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di daxuyaniya xwe de, Şêx Seîd û hevdozê wî bibîr tîne û dibêje: “Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.”

PAK rexne li wê tevger û helwêsta Tirkiyê digire ku heta niha cihê gorên Şêx Seîd û gelek serkirde û mezinên Kurd nediyare û daxwaza aşkerekirina gorên wan dike. PAK wiha dibêje: “Dewleta Tirkiyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cihê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî  û hevalên wan , cîhê mezelê  Seîdî Nûrsî  aşkere bike.”

Daxuyanî bi vî awayî ye:

Serokê Tevgera Netewî a Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 96 sal berê di roja 29.06.1925ê de , ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyekî bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza , Xalid Begê Cibrî, Yusûf Zîya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî  û hevalên wan , cîhê mezelê  Seîdî Nûrsî  aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 96emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darve kirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr.Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr  û  bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

29.06.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê