Galeriya wêneyan

29-06-2021
17 Photos
Bilind T. Abdullah

Şikefta Bestûn an Şikefta Diyan dikeve bakurê rojavayê navçeya Soranê û li Çiyayên Bradost e, û 129 km ji bakurê rojavayê Hewlêrê dûr e. Yek ji şikeftên mezin ên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, lê ji ber xirabiya rê û nebûna xizmetguzariyan, kêm kes serdana wê dikin.

Deriyê derbasbûna nav şikeftê biçûk e lê ber bi hundur ve rûber û bilindahiya bane şikeftê berfireh dibe.

Li banê şikeftê, cihek heye ku ronahiyê dide nav şikeftê û di heman demê de hewa tê re derbasî nav şikeftê dibe.

Arkeolog Henry Field di sala 1934an de serdana şikeftê kiriye, lê di derbarê dîroka şikeftê de ti zanyarî û agahiyek ciddî bidestnexist.

Lêbelê di sala 1950an de, wî digel arkeolog Fuad Sefer serdana şikefta Bestûn kir û bo demekê li wê derê dest bi lêkolîn û vekolandinan kir.

Tê gotin, ku di encama wan vekolandinan de, wan hejmarek amûrên ji Serdema Kevirên dîtine û ew tomar kirine.

Di kûrahiya şikeftê de hewzên avê yên piçûk jî hene.

Rêveberê Şûnwarên Soranê, Ebdulwehab Silêman ji Rûdawê re ragihand, ew ximzetkirina şikeftê di her warî de bi karê xwe yê herî li pêş dizanin û tekez kir, “ne tenê bo navçeyê lêbelê bo tevahiya Herêma Kurdistanê giringiya xwe heye û mezintirîn şikeft e li Iraqê.”

Ebdulwehab Silêman diyar kir, ew li gel rêxistina navdewletî ya ILO civiyane û daxwaz kirine, giringî bi şikeftê bê dayîn. Silêman got, biryar e nûnerên wê rêxistin di Tîrmehê de serdana şikeftê bikin û têkildarî kêmasiyên xizmetguzariyê lêkolînekê bikin.