Daxwaz tê kirin gora Şêx Seîd bê aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 96 sal di ser darvekirin û şehîdkirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî re derbas bûn û ji bo bîranîna wan, Komeleya Şêx Seîd û Hevdozê Wî li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Çalakiya komeleyê li bajarê Amedê û li Qada Sêx Seîd hat lidarxistin û Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ehmed Kaya û Endamê Komeleya Şêx Seîd Zahîd Çîftkuran tevî hejmarek kesên din têde beşdar bûn.

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat daxuyaniya komeleyê bi Kurdî xwend û tê de amaje bi wê yekê hat kirin, ku Şêx Seîd û hevalên wî li hember zilmê û înkar û tunekirinê ya di derheqê gelê Kurd de rabûn û serhildan kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Şêx Seîd û hevalên wî di encama darizandineke bêbingeh de hatin darvekirin.

Komeleya Şêx Seîd û Hevdozê Wî amaje bi wê yekê hatiye kirin ku heta niha gora Şêx Seîd nediyar e û dibêje: “Ev biryara ku ciyê mezelên şehîdan veşartinê ne tenê li ser malbatan, li ser hemû civata Kurd heqareteke mezin e. Ev biryara siyasî bi tu rêbazek dînî û hiqûqî û exlaqî ra li hev nake. Ev helwest tenê bi hêrsa li hember nayê vegotin. Di heman demê da ev helwesteke li hember bîra civatê ye. Dixwaze bîra civatê ziwa bike.”

Komele banga diyarkirina gorên Şêx Seîd û hevdozên wî dike û dibêje: “Li vir em bangawazî dikin ku di serî da mafê rewa yê defnkirina Şêx Saîd û Hevdozên û Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Saîdê Kurdî û hemû şehîdên Kurdan di goristanan da bêne veşartin û mafê gorîkirinê bê dayîn.”

Di beşeke daxuyaniyê de tê gotin, tevî ku biryarên Dadgeha Îstîqlalê ji holê hatine rakirin jî, dosye û arşîvên dadgeha Şêx Seîd û hevdozên wî bi temamî nehatine vekirin û daxwaza vekirina arşîvên dewletê tê kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Şêx Saîd û Hevdozên Wî ji vir û 96 salan berê gihiştin mertebeya şehadetê. Ew li hember zilmê û înkar û tunekirinê rabûn. Bi vê munasebetê qiyam kirin. Dadgeha bi navê Îstîqlalê bê dirazindinek dadî bi biryara dewletê hatin bidarvekirin.

Bi tevî ku 96 sal di ser Berxwedana 1925an ra boriye heqîqeta dîrokî û civakî hê jî nehatiye zelalkirin. Biryara bidarvekirina Şêx Saîd û Hevdozên wî di encama darizandineke bêbingeh da hatibû dayîn. Cenazeyê wan jî bi mebesta binpêkirina berxwedana mafdar û maneviyata civakî nehat dayîn. Ji malbatên wan gorên wan hatin veşartin.

Ji miriyên me jî ditirsin…

Berî Şêx Saîd û Hevdozên wî bi nedana cenazeyê Xalid Begê Cibrî bi nedana cenazeyan û veşartin û tahrîbkirina goran dest pê kiribû. Digel Xalidê Cibrî, Şêx Saîd û Hevdozên Wî, Seyîd Riza, Saîdê Kurdî û ciyên gorên gelek gelek munewerên Kurd nayên zanîn.

Piştî îdamkirina wan di sala 1938an da bi qanûna jimara 3527an biryar hat girtin ku li ser biryarên Dadgeha Îstîqlalê yên ku ceza xwarine hatin efûkirin. Û yên ku hatibûn îdamkirin biryara îade-i îtîbarê hate dayîn. Vê biryara îade-i îtîbarê jî di heman rojê da hate girtin. Ango di 29ê Hezîranê da hate girtin. Ev jî watedar e.

Ev biryara ku ciyê mezelên şehîdan veşartinê ne tenê li ser malbatan, li ser hemû civata Kurd heqareteke mezin e. Ev biryara siyasî bi tu rêbazek dînî û hiqûqî û exlaqî ra li hev nake. Ev helwest tenê bi hêrsa li hember nayê vegotin. Di heman demê da ev helwesteke li hember bîra civatê ye. Dixwaze bîra civatê ziwa bike.

Bi tevî ku biryarên Dadgeha Îstîqlalê ji holê hatiye rakirin jî zabitên dadgeha Şêx Saîd û Hevdozên wî bi temamî nehatine vekirin.

Li vir em bangawazî dikin ku di serî da mafê rewa yê defnkirina Şêx Saîd û Hevdozên  û Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Saîdê Kurdî û hemû şehîdên Kurdan di goristanan da bêne veşartin û mafê gorîkirinê bê dayîn.

Di 96mîn salvegera şehadeta Şêx Saîdê ku wiha gotiye:

“Ez niha li ber xatirxwestina jiyana fanî me. Ez ne poşman im ku ji bona bawerî û gelê xwe xwe feda dikim. Bi tenê ez dixwazim ku nevî û peyrewên min li hember dijmin min vedîkar dernexin!”

Divê ku em van gotinên Şêx Saîd û hevdozên wî ji bîr nekin, her tim di bîra me da be û em şehîdên xwe yên ku di riya maf, edalet, şeref, rûmet û azadiyê da heyata xwe feda kirine bi bîr tînin û em dibêjin em jî rêwiyên rêwa wan in.

KOMELEYA ŞÊX SAÎD Û HEVDOZÊN WÎ