Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Matêra yê Îtalyayê civîneke din a girîng piştî civîna Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û civîna taybet bi Sûriyê tê sazkirin û ev jî civîna G20 e. Biryar e di civîna îro ya G20 de mijarên alîkariyên mirovî, birçîtî û guherîna keşûhewayê bêne gotûbêjkirin.
Wezîrên derve yên endamên Grûpa 20 berî birêvebçûna civînan, li bajarê Barî yê li başûrê Îtalyayê di merasimekê de, hevdu dibînin.
Luycî dî Mayo, Wezîrê Derve yê Îtalyayê, li nêzîkî Kenîseya San Nîkola pêşwaziyê li yek bi yek wezîrên derve yên welatên G20 dike û cihên dîrokî yên bajar nîşanî wan dide.
Ew piştî rêûresma pêşwaziyê, diçine bajarê Matêra, ku 56 kîlometreyan ji wê derê dûr e û li wê derê mijarên civînan têne gotûbêjkirin.
Di jêr diruşma “Xelk, goga zemînê, xweşguzeranî”, wezîrên derve yên wê grûpê yekem rûniştina xwe taybet dikin bi krîzên cîhanê, bi taybetî alîkariya mirovî û tendirustî ya cîhanî.
Civînên Grûpa 20, yekser rojekê piştî civîna Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê tê, ku li Romayê hat lidarxistin, li wê derê jî behsa krîzên koçberî, alîkariyên mirovî yên welatan bi taybetî Sûriyê hate kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekeziyê li ser vekirina deriyên sînorî li Sûriyê dike ji bo gihandina alîkariyan bi milyonan xelkê hejar. Xaleke diyar a G20 gotûbêjkirina yek ji armancên wê ye ku ew jî bidawîanîna birçîbûnê li cîhanê heta sala 2030 ye.
Antony Bliken dibêje:“Piştî nîvro ye, duyem birêvebirin ji bo ku çareseriya bilez bo krîza mirovî ya Sûriyê bê dîtin, bi taybetî bi rêya vekirina deriyên gihandina alîkariyan ji bo milyonên kesên Sûrî, ku pêwîstiya wan bi xorak, derman û vaksîna Koronayê û pêdawsîtiyên din ên jiyan heye.”
Yek ji xalên diyar jî, behskirina armanceke G 20 e, ew jî bidawîanîna bi birçîbûnê, li cîhanê, heta sala 2030î. Ji bo wê mebestê Rêxistina Xorak û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî, ya naskirî bi FAW, di civînan de beşdar dibe.
Ew grûp, aboriya cîhanê, guherîna keşûhewa û metirsiyên wê gotûbêj dike.
Ew di vê pirsê de, li ber alingariyeke mezin in, ji ber ku bi gotina pisporên di warê keşûhewayê de, heta sala 2050î, egera jinavçûna beşekî ji bajarên mezin ên kenaran heye.
Benjamin Strauss, Berpirsê cîbicîkar ê Rêxistina Climate Central di vê derbarê de dibêje: “Gelek bajar, ku îro hene, sibe dibine giravên li nav efsaneyan û jinav diçin. Ne ku tenê beşek ji wan bajaran, lê belê hinek ji bajaran bi tevayî dikevine jêr avê, lê belê rastî ye û piştre çîrokên wan têne gotin.”
Pirseke din a cîhanî, ku dibe mijara gotûbêja G 20, rûbirûbûna Petaya Korona ye û rabûna abûriyê piştî wê petayê, bi taybetî ji bo welatên hejar û nûpêgihiştî.
Lewma roja duyem a civînên G 20 taybet dibe bi Kişwera Afrîkayê û alîkarîkirina welatên wê kişwerê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse