Komeleya Şêx Seîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925an were aşkerekirin

29-06-2020
RÛDAW
Komeleya Şêx Seîd îro li Amedê daxuyaniyek da.
Komeleya Şêx Seîd îro li Amedê daxuyaniyek da.
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Şêx Seîd Komeleya Şêx Seîd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Îro Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî daxuyaniyek da û daxwaz kir, ku cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî were eşkerekirin. Komeleyê herwiha daxwaza aşkerekirina rastiyên derbarê serhildanê û berprisyariyêa hêzên herêmî, xwecihî û navdewletî kir.

Komeleya Şêx Seîd îro bi helkevta 95mîn salvegera darvekirina Şêx Seîd, li bajarê Amedê daxuyaniyek da.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Felat Ozsoy daxuyanî xwand û diyar kir, ku Şêx Seîd û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29ê Pûşpera 1925an de ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95'mîn e.

Felat Ozsoy amaje bi serhildan û berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî kir û diyar kir: “Rejimê dema hewl da hemû gelên erdnîgariya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistaniyan serî li ber wê netewandin. Li ber xwe dan.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsiyeta şehîdên Berxwedana 1925’an de; em hemû şehîdên jiyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadiyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêviyên wan e.”

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd herwiha daxwaza aşkerekirina rastiyan derbarê serhildana 1925an kir û destnîşan kir: “Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin.”

 Komeleya Şêx Seîd herwiha daxwaza vegerandina mafên desteserkirî kir û pêşniyar kir, ji bo vê yekê komîteyek bê alî were avakirin. Di daxuyaniya komeleyê de wiha hat gotin: “Pêwîst e hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin (vegerandin) û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike.”

Têkildarî gorên serkirdeyên serhildana 1925an de jî, komeleyê daxwaza aşkerekirina gorên Şêx Şeîd û hevalên wî kir û wiha amaje bi daxwazên xwe kir: “Gorna Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî ku li Qada Şêx Seîd e teslîmî malbatên wan bibe. Gorna Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursi), Seyid Riza û hemû gornên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe, ku malbatên wan ji kêlek gornê hatine mehrûmkirin.Em dixwazin wesiyeta wan bi cih bînin, ku dixwestin kêla gorna wan were danîn û bi vî rengî em berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”

Beriya 95 salan, serok û tekoşerên Kurdan, axa, seyda, mela, serokeşîr û rewşenbîran bi hev re bi armanca avakirina kurdistaneke serbixwe û azad dest bi serhildanê kirin. Lê serhildan bi lîstik û plangêriya hikûmeta wê demê ya Tirkiyê şikest. Piştre serkirdeyên wê serhildana netewî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê, di bin bircên Amedê de hatin daliqandin.

Tevî ku 95 sal di ser wê bûyerê re derbas bûye, lê belê heta niha gorên pêşengên wê serhildanê ne diyar in û arşîvên wê demê yên dewleta Tirkiyê jî nehatine eşkererekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst