Grûpên çekdar çiyayên derdora Nahiyeya Şera ji daran rût kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê çiyayên derdora Nahiyeya Şera li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanêê ji daran rût kirine.

 

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar û Erebên hawirde ji 6 mehan ve darûberên derdora hersê gundên Şera, Barava û Emera dibirrin.

 

Ew çekdar û Erebên hawirde heftane 20 kamyon darûberên birrî li pêş mala Erebê hawirde Ebû Zêd el Himsî kom dikin û difirpşin.

 

Ebû Zêd el Himsî dest daniye ser mala welatiyê Kurd Nûrî Xelo.

 

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan, birrîna darûberan li pêş çavê hêzên Tirkiyê û polîsên sivîl û serbazî tê kirin û çiya û girên derdora hersê gundên navborî bi temamî ji daran rût mane.