304 saziyên sivîl banga pêvajoya aştiyê li hikûmetê kirin

Amed (Rûdaw) - Ji 19 bajarên Bakurê Kurdistanê 304 sazî û dezgehên sivîl li Amedê civiyan û banga destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê li hikûmeta AK Partiyê kirin. Saziyên kurdan diyar kirin ku pirsgirêk encax bi rêbazên demokratîk çareser bibe û ev jî encex bi makezagoneke nû ya demokratîk pêkan e.

 

Ji 19 bajarên kurdan 304 sazî û dezgehên sivîl ji Amedê bang li hikûmetê kirin ku ji nû ve dest bi pêvajoya aştî û çareseriyê bike.


Di nava sazî û dezgehên sivîl de odeyên bijîşkan, odeyên mîmar û endezyaran, sendîkayên tenduristiyê jî cih girtin. Xala sereke ya deklerasyona van saziyan dûrketina ji tundiyê û ceribandina rêyên aştî û çareseriyê bû.


Derbarê mijarê de Serokê Egîtîm-Sena Amedê (Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê) Recep Şîmşek ji Rûdawê re got: “Bangewaziya me ji hikûmetê re ye. Yê ku îro ferzkirina tundiyê dike hikûmet e. Hikûmet jî dikare îro rê û rêbazên demokrasiyê veke an jî xwe bike wê rêyê. Gava ku herdu alî bikevin rêya demokrasiyê dê hevdîtin jî bi saziyên sivîl û partiyên siyasî re pêk bên. Wê demê dê Tirkiye bikeve qonaxeke nû.”


Li gorî rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî ev deklerasyon dê bandora xwe li ser hikûmetê û civakê bike. Lewre ji bo çareserkirina pirsa kurd ti riyeke din nemaye.


Rêveberê KCDê Nurî Ozdemîr jî got: “Gava herî mezin çêkirina makezagoneke demokratîk e. Muxatap ne tenê AKP ye. Daxwaza me ji hemû partiyên siypasî ye. Lê helbet ê ku îro Tirkiyeyê bi rê ve dibe AKP ye û AKP jî xitimiye. Çima xitimiye? Sedema wê ya herî sereke dujminatiya wê ya li hemberî kurdan e. Me di 2015an de çi digot em dîsa wê dibêjin.”


Rêveberên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partiî) zimanê deklerasyonê rexne kir. Li gorî AK Partiyê zimanê deklerasyona aştiyê ji rastiyê dûr bû. 


Serokê AK Partiyê yê Amedê Serdar Budak jî wiha axivî: “Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê dikarin bi demokrasiyê çareser bibin. Ez di vê baweriyê de me. Hûn êdî navê pêvajoya çareseriyê lê dikin an jî navekî din lê dikin hûn dizanin. Lê pirsgirêk bi riyên demokratîk çareser dibin. Bi tundiyê ti pirsgirêk çareser nabin. Me berê ev digot, em niha jî vê dibêjin.”


Di Newroza 2013an de bi bangewaziya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di navbera hikûmetê û PKKê de pêvajoya aştiyê dest pê kiribû lê ev pêvajo neçûbû serî. Di şûna diyalogê de careke din rêbazên tundûtûjiyê ketibûn dewrê û pêvajoya aştiyê bi temamî qediyabû.