Li Dêrsimê 30 navçe tên valakirin

29-06-2019
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Navçe Valakirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, walîtiyê 30 navçeyên Dêrsimê wek navçeyên ewlekariya taybet ragihandin. Biryar bo muxtaran hat şandin û ji gundiyan hat daxwazkirin ku malên xwe vala bikin.

 

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê 30 navçe wek "Navçeyên Ewlekariya Taybet" hatin ragihandin û bi rêya muxtaran daxwaz ji xelkê wan navçeyan hat kirin ku malên xwe vala bikin.

 

Li gor medya Tirkiyê, hinek navçeyên ser bi navenda Dêrsimê jî ligel li her çar qezayên wê Pûlur, Qişle, Pilemûr û Xozatê 30 navçe wek deverên ewlekariya taybet hatin ragihandin.

 

Li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr, walîtiyê 30 navçeyên Dêrsimê ji 1 heta 15ê Temûza 2019an wek navçeyên ewlekariya taybet ragihandin û biryar bo muxtaran hat şandin. Li gor biryarê, ji xelkê wan navçeyan tê xwestin ku gund û deverên xwe vala bikin.

 

Herçiqas demek dibe li Dêrsimê operasyonên artêşa Tirkiyê berdewam in, lê tê çaverêkirin ku piştî vê biryarê operasyon berfireh bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst