Partiyên Bakur: Bila gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK bi boneya 93emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî peyamek belav kirin û ragihandin: “Heta bidest xistina armancên netewî yên ku Şêx Seîd û hevalên wî û bi dehan hêzar şehîdên Kurdistanê di rêya wê de canê xwe feda kirine, em ê kar û xebata xwe bidomînin.”
Hereketa Azadi, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Plantofma Demokratên Kurdistanê (PDK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe de ragihandin, “93 sal bi ser darvekirina Serokê Tevgera Netewî ya sala 1925an Şêx Seîd ê nemir û 47 hevalên wî yên welatparêz û têkoşer re derbas bûm. Şêx Seîd û hevalên wî di roja 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin.”
Partiyên Bakurê Kurdistanê diyar kirin, ku piştî ev qas sal jî pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê nehatiye çareser kirinê û her wusa aloztir bûye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ligel hinek guhartinên biçûk, siyaseta fermî ya Dewleta Tirkiyeyê, ku li ser înkar û pişavtina pêkhateyên netewî û olî hatiye ava kirinê, her li cihê xwe maye.”
Daxuyaniya partiyên Kurdistanî wiha berdewam dike:
“Zimanê Kurdî îro jî ne azad e, gelê Kurd di welatê da bêyî statuyeke siyasî û netewî dijî. Dewleta Tirk îro jî wekî 93 sal berê pirsa Kurd wekî pirsa ‘rêgîr, çete û teror’ nişan dide û siyaseta çareseriya tund û tûjiyê bi rêva dibe û ji bona vê armancê Kurdistan kiriye serbazgeh û mîlîtarizm roj bi roj xurttir dibe.
Dewleta Tirk îro jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wusa li seranserê Kurdistanê li dijî azadiya gel e, gefan li perçeyên din yên Kurdistanê dixwe, êrîş dike ser wan.
Îro jî herwekî 93 sal berê welatparêzên Kurd têne girtin û dadigeh kirin. Tirsa Dewleta Tirk ji gorên serok û şehîdên Kurdistanê her berdewam e û em îro jî nizanin qebrên pîroz yên Şêx Seîd û hevalên wî li ku ne?”
Hereketa Azadi, PAK, PDK, PSK destnîşan kirin ku ew weke partî û rêxistinên Kurdistanî soz didin ku dê rê û rêbaza Şêx Seîd û hevalên wî bernedin û gotin: “Heta bidest xistina wan armancên netewî, yên ku her wusa Şêx Seîdê Pîran û hevalên xwe û bi dehan hêzar şehîdên Kurdistanê di rêya wê de canê xwe feda kirine, emê kar û xebata xwe bidomînin.”
Partî û rêxistinên Kurdistanî bang li dewleta Tirkîyeyê jî kirin, ku şûna gorên Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.
Herwiha bang li partî û rêxistinên siyasî, dezgehên sivîl û komeleyên demokratîk kirin, ku ji bo eşkere kirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî bi hev re kar û xebatê bikin.