Firokeyên hevpeymaniyê pêgehên DAIŞê li Hemrîn bombebaran kirin

29-06-2018
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Firokeyên şer Çiyayê Hemrîn Bombebaran DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî çend xalên DAIŞê li çiyayê Hemrînê bombebaran kirin, û

 

Wezareta Berevaniya Iraqê dibêje, ku di wê êrîşê de hejmarek ji berpirsên DAIŞê hatine kuştin.

 

Di daxuyanieyke nivîskî de ku ji aliyê navenda ragihandina ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Berevaniya Iraqê ve hatiye belavkirin, hatiye ragihandin ku roja Pêncşemiyê, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî, êrîşî ser çend pêgeh û xalên DAIŞê li çiyayê Hemrînê kirine.

 

Li gorî wê daxuyaniyê, di encama bombebarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de, serbazgehek û 3 tonêlên DAIŞê hatin jinavbirin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku hejmarek ji berpirsên DAIŞê di wê êrîşê de hatine kuştin, lê belê amaje bi hejmar û nasnameya wan berpirsên DAIŞê nehatiye kirin.


Di wan demên dawiyê de, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgehên Diyale, Selahedîn û Kerkûkê û herwiha zincîre çiyayên Hemrînê ku dikeve navbera wan her sê parêzgehan, zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst