CEJN - Li Herêma Kurdistanê 7 roj bêhnvedan

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bêhnvedana cejna Remezanê 3ê Temûzê destpê dike û 9ê wê bidawî tê.


Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 10ê mehê karmend û fermanber dest bi kar dikin.


Dizeyî di daxuyaniya liser malpera hikûmetê de cejna pêşmerge, şehîd, malbatên wan û hemwelatiyên misilman ên Kurdistan û Iraqê pîroz kir.