Galeriya wêneyan

29-06-2016
14 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Bazara Erzanfiroşan li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê yek ji bazarên qerebalix ê vî bajêrî ye, ku welatî bo kirîna pêwîstiyên xwe serdana wê dikin.

 

Li Bazara Erzanfiroşan a Silêmaniyê ku bi Lenge tê naskirin, hema hema hemû core kelûpel û pêwîstiyên welatiyan bi dest dikevin û bi kalîteyeke baş û nirxeke erzantir tên firotin.

 

Pirraniya keleûpelên wê bazarê destî du ne, lê belê kelûpelên nû jî li wê bazarê hene.

 

Bi destpêkirina kirîza darayî li Başûrê Kurdistanê, serdana welatiyên jî bo Bazara Erzanfiroşan zêdetir bûye û ji caran qerebalixtir e.