Remezan û rojî li nav kampên penaberên Rojava de

29-06-2014
RÛDAW
Penaberên Rojava yên li Başûr
Penaberên Rojava yên li Başûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev yekemîn Remezan e ku penaberên Rojavayê Kurdistanê li nav kampên parêzgeha Hewlêrê dûrî malên xwe derbas dikin, lewma penaber rojiyên xwe yên ku berê girtine tînin bîra xwe û cûdahiya di navbera herduyan de diyar dikin.


Di van rojên dawiyê de çend pirsgirêk li tevahiya Kurdistanê derkrtine holê, lê wek penaber dibêjin, bandora wan pirsgirêkan li ser rewşa wan xirabtire û vê yekê rojî li wan girantir dibe .


Yasir yek ji zarokên ku dixwaze vê carê rojiyê bigre û hêvî dike ev pirsgirêk çareser bibin ji bo ew bikaribin remezanek xweş derbas bikin.


Hêviya van penaberan ewe ku bikaribin di meha remezanê ya bê de, rojiya xwe li nav malên xwe li Rojavayê Kurdistanê bigrin û ligel xizm û merivên xwe li ser sifreya fitarê, rojiya xwe bişkînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst