Hatîp Dîcle: Ocalan dê Newroza 2015an were berdan

29-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku piştî 4.5 salan duh hat berdan, ragihand, rêberê girtî yê PKKê dê “Newroza 2015an” were berdan. Dîcle, her wiha bang li partiyên kurdî kir Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin.

Parlamenterê berê yê Amedê Hatîp Dîcle, ku ji sala 2009an ve û di çarçoveya doza KCKê de hatibû girtin, duh hat berdan.

Hatîp Dîcle, îro li avahiya BDê ya Amedê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, dewleta Tirkiyê ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran ve dest bi kuştin û jinabirina siyasetmedar û lîderên kurd kiriye lê ji vê yekê ti encamek bidest nexistiye û herî dawî jî ev kuştina fîzîkî vegeriya kuştina siyasî.

Dîcle eşkere kir ku di zîndanê de hinek rayedarên dewletê ji wan re digotin, herin şukra Xwedê bikin ku em we nakujin tenê we davêjin zîndanê.

Parlamenterê berê yê Amedê, li ser berdana Ocalan jî axivî û ragihand, eger kurd zû xwe bikin û bihêz bibin Ocalan dê wiqas zû were berdan. Li ser pirsa kesekî ku Ocalan dê kengê were berdan, Dîcle wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku serok Apo dê Newroza 2015an di nav me de be.”

Wî siyasetmedarê kurd, bang li partiyên kurd jî kir ku demildest Kongreya Netewî ya Kurd li dar bixin û wiha axivî: “Ji ber ku mîsyona kurdan li Rojhilata Navîn de pir girîng e û dê dîsa mîna Selahedîn Eyûbî û piştî 800 salan bibin havênê biratiyê.”

Hatîp Dîcle, pakêta vê dawiyê ya hikûmetê ku wek “çarçoveya qanûnî ya pêvajoya aştiyê” jî tê binavkirin, erênî nirxand û got, lê em hêvîdar in hikûmet tiştên ku dibêje bicîh bîne ji ber ku gellek caran kurd bi tiştên wiha hatine xapandin.

Dîcle li ser vê yekê ku dê bibe namzedê serokomariya Tirkiyê ya na jî got, ji bona min xebat û doza gelê min ji her tiştî girîngtir e lê gelê min çi karekî bidin pêşiya min ezê bikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst