Enstîtuya Kurdolojî ya Mêrdînê yekemîn berhema xwe dide

Hewlêr (Rûdaw) – Bo cara yekemîn di dîroka bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de, merasimek ji bo xwendekarên Ensîtîtuya Kurdolojî ya zankoya Artuklu ya bajarê Mêrdînê tê lidarxistin. Wezîrê berê yê rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakeyî jî wiha got: “Zankoya Mêrdînê bi vê yekê dikev nav dîrokê.”

Bo cara yekemîn di dîroka bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de dê sibê (30.06.2013) merasima derçûna xwendekarên Enstîtuya Kurdolojî ya zankoya Artuklu ya Mêrdînê were sazkirin.

Enstîtuya Kurdolojî ya zankoya Artuklu, par 500 mamostayên kurdî wergirt û perwerde kir û sibê jî dê merasima derçûna wan tê sazkirin.

Wezîrê perwerde yê Herêma Kurdistanê dr. Îsmet Xalid û wezîrê berê yê rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Felakedîn Kakeyî jî beşdar dibin.

Derheqê merasima sibê de Kakeyî ji Rûdawê re got: “Merasimek dîrokî ye, ji ber ku cara yekemîn e li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê tiştekî wiha rû dide.”

Kakeyî diyar kir ku merasima han ji ber wê girîng e ku ji bo derçûna xwendekarên beşa zimanê kurdî ya zankoyê tê sazkirin û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî dê zankoya Mêrdînê bikeve dîrokê.”