Komîsyonê dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hiilbijartinên Îraqê pêşniyarî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 5ê Îlonê werin lidarxistin.

Berpirsê Giştî yê Rêveberiya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Dr. Heyman Tehsîn ji Rûdawê re eşkere kir ku wan pêşniyara xwe kiriye û ew li hêviya bersiva Serokatiya Herêma Kurdistanê ne.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab beriya bi hefteyekê li ser diyarkirina dema nû ya hilbijartinan ji Rûdawê re wiha gotibû:

“Em li bendê ne komîsyon bicive û pêdaçûnê di bernamaya xwe de bike. Em li hêviya wan in.

Kengî komîsyonê em agahdar kirin dê rojekê ji bo lidarxistina hilbijartinan diyar bikin.”

Parlamentoya Îraqê dema yasayî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, heta 6ê Kanûna Pêşina 2025an dirêj kiriye.

Dirêjkirina dema Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê tenê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Ji bo hilbijartinên sala bê yên Parlamentoya Îraqê dê komîsyoneke nû bê erkdarkirin.