PWK: Divê xwediyê Pîne Kafeyê demildest bê berdan!

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku divê xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek demildest bê berdan.

Li Amedê îro polîsan bi ser kafeya ku hemû xizmetên xwe bi Kurdî didan de girt û xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek desteser kir.

PWKyê desteserkirina Ramaza Şîmşek şermezar kir  û got:

“Divê xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek demildest bê berdan.”

Pîne Kafeyê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî û rêlibergirtina qelsbûna Kurdî hemû xizmetên xwe tenê bi Kurdî didan.

Ev pêngava xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabûyê lê gelek kesan jî êrişî wî kiribû û ew wekî hedefê nîşan dabû.

Polîsan piştî hedefnîşandana Ramazan Şîmşek îro berê sibehê bi ser Pîne Kafeyê de girt.

Polîs li nava kafeyê geriyan Ramazan Şîmşekê xwediyê kafeyê desteser kir.

Ramazan Şîmşek 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî ragihandibû ku êdî dê hemû xizmetên wan bi Kurdî bin.