Artêşa Tirkiyeyê li Bedlîsê operasyonek da destpêkirin

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Hîzan Operasyon Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê kir, 2 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya operasyonê de 2 kes desteserkirin.

Demjimêrên dereng ên şeva borî Artêşa Tirkiyê li gundê Tasûhê yê naveçeya Hîzanê operasyonek daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, gelek leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûne.

Leşkeran derdora gund dorpêç kiriye û bi ser çend malan de girtine.

Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku di operasyonê de welatiyê bi navên Secaattîn Karabaşê 76 û Şeref Yilmazê 75 salî hatine desteserkirin û operasyon berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst