HPGyê nasnameya fermandarekî eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku fermandarê bi navê Hewrê Çiya canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Hewrê Çiya Adara 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, Hewrê Çiya “Fermadarê Fedayî yê Apoyî” bû û wî “di êrişa dijmin de” canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya Hewrê Çiya wiha ne:

Hewrê Çiya: Navê wî yê fermî Mosleh Qazîzade ye û ew ji bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.