Li Rihayê pevçûna malbatan: 6 kes birîndar bûn

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn Malbat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêrega ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, di navbera malbatên mirovên hev  de pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li navçeya Siwêregê du malbatên mirovên ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn, bi dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de Unal (32), Omer (65), Bayram (24), Mehmet (38), Mehmet Nurî (36) û Aydin G. (40) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehî û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tîmên ewlehiyê li nexweşxane û taxê tedbîrên ewlehiyê hildan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst