Di malekê de 3 zarok kuştî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nîluferê ya Bursayê di malekî de cenazeyê 3 zarokan hat dîtin. 

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, Murat K. (39) ê ku çû Rêveberiya Ewlehiyê ya Bursayê û teslîm bû got ku zarokên xwe li malê kuştin. 

Polîs çûn navnîşana li Kolana Baglarê ya li Taxa Çamlicayê û cesedê 3 zarokan dîtin. 

Di lêkolîna tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku M.A.K yê salî 3 salî hatiye xeniqandin, xwîşkên wî Z.K a salî  û A.K a 6 salî bi alaveke tûj hatine kuştin. 

Piştî lêkolîna dozger û ekîbên polîsan cenzayên zarokan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tibê Edlî ya Bursayê.

Murat K. îdia kir ku aqlê xwe avêtiye zarokên xwe kuştiye.

Murat K. hat desteserkirin.

Hat zanîn ku dayika zarokan pêşti çûye Erziromê.