Baroya Amedê: Em bêtehemiliya li hemberî Kurdî qebûl nakin

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kafeya Pîne Ramazan Şîmşek Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê diyar kir ku ew bêtehamiliya li hemebrî Kurdî qebûl nakin.

Baroya Amedê li ser desteserkirina xwediyê Kafeya Pîneyê daxuyaniyek belav kir.

Kafeya Pîneyê ya li Amedê  çend roj in di rojeva Tirkiyeyê de ye. 

Xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî biryar dabû ku hemû xizmetên xwe bi zimanê Kurdî bikin.

Kafeya Pîneyê û xwediyê wê Ramazan Şîmşek li ser medyaya civakî ji aliyê neteweperestênTirkiyeyê ve hedef hat nîşandan û giliyê Şîmşek hat kirin.

Îro polîsan di operasyonekê de bi ser Kafeya Pîneyê de girt û xwediyê wê Ramazan Şîmşek desteser kir. 

Bûyer di nav saziyên civaka sivîl  û raya giştî ya Bakurê Kurdistanê de bû sedema karvedanan.

Baroya Amedê li ser desteserkirina Ramazan Şîmşek nerazîbûna xwe nîşan da.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe de eşkere ku ku ew bêtehemiliya li hemberî Kurdî qebûl nakin.

“Xizmetdayîna bi Kurdî ne qedexe ye”

Baroya Amedê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Piştî belavbûna nûçeyên derbarê kafeyê,  xwediyê kafeyê destpêkê li ser medyaya civakî wekî hedef hatiye nîşandan û rûbirûyî lînçê bûye.

Piştre jî îxbarên derbarê wî wekî hincet hatine nîşandan û vê sibehê polîsan bi ser kafeyê de girt û xwediyê wê desteser kir.

Baroya Amedê piştevaniya hiquqî dide  kesên hatine desteserkirin.

Tevî ku xizmetdayîna bi zimanê Kurdî mafekî rewa û yasayî ye lê bi hinceta ku ev yek tawan e xwediyê kafeyê hatiye deesteserkirin.

 Ziman ji bo nasnameya mirovan hêmaneke bingehîn e. Ji bo pêwendiya li gel civakê û xwepênaserkirinê xeleke bingehîn a referansê ye.”

“Zexta li ser Kurdî divê bi dawî bibe”

Baroya Amedê di dawiya daxuyaniya xwe de bangî aliyên pêwendîdar ên Tirkiyê kir ku dawiyê li astengkirinên li ser zimanê Kurdî bînin û got:

 “Em wekî Baroya Amedê dixwazin ku êdî zexta li ser zimanê Kurdî bi dawî bibe, astengiyên li hemberî bikaranîna zimanê Kurdî li qadên giştî bên rakirin.

Dawî li miameleyên bikaranîna zimanên cûda di dayîna xizmetê de bê anîn û pêkneanîna tawanê ya xwediyê kafeyê li ber çavan bê girtin û ew demildest bê berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst