Li Rihayê qeza: 5 birîndar

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro 29ê Gulanê du otomobîlan li hev da û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Îro 29ê Gulanê li ser rêya Riha û Kaniya Xezalan, otomobîla şofêrê wê Î.F. li otomobîleke din da. Di encama bûyerê de 5 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. 5 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê cuda yên Rihayê hatin veguhestin.

Herwiha her du otomobîlan jî zerareke zêde dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst