Encamên hilbijartinên Tirkiyê dê bandoreke çawa li Rojavayê Kurdistanê bike?

29-05-2023
RÛDAW
Encamên hilbijartinên Tirkiyê dê bandoreke çawa li Rojavayê Kurdistanê bike?
Encamên hilbijartinên Tirkiyê dê bandoreke çawa li Rojavayê Kurdistanê bike?
Nîşan Hilbijartin Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayikirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê, gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û çarenivîsa penaberên Sûrî li Tirkiyê, mijarên sereke ne ku bandora encamên hilbijartinên Tirkiyê dê li ser wan hebe.

Encamên hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê dê bandoreke rasterast li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bike. Bi taybetî derbarê mijarên asayîkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê, gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê û çarenivîsa penaberên Sûrî li Tirkiyê.

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya MSDê û endamê nûneratiya MSD li Awustirya, Selah Ferho ji Bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, kî bibe serokê Tirkiyê jî, zehmet e ew welat êrîşeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê encam bide.

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya MSDê Selah Ferho got, “Heger Tirkiye şerekî nû li herêma me bike bi rastî derfet ji şerekî serbazî re namîne. Li aliyê din qebûlkirina navdewletî nîne. Em dibînin heger Tirkiye careke din êrîşî herêma me bike ji ber ku lawaz bûye nikare êrîşeke berfireh bimeşîne.”

Derbarê çarenivîsa penaberên Sûrî de, Mihemed Salih Elî, Rêveberê Komeleya Parastina Penaberên Sûrî ji heman bernameyê re got, vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê dê penaberiyeke nû be.

Rêveberê Komeleya Parastina Penaberên Sûrî Mihemed Salih Elî anî ziman, “Penaberên Şamê bibin li Idlibê bi cih bikin, yên Dêre Zorê li Efrînê bi cih bikin ev penaberiyeke cara sêyan derdixe holê. Ji ber ku gelek caran penaber bûne, heta di nav Tirkiyê de jî. Ev penaberî îstiqrarê çênake. Ev li dijî yasayên Neteweyên Yekbûyî ye. Guhertina demografiyê ye, ne vegera penaberan e.”

Hebûna hêzên Tirkiyê li nav xaka Sûriyê, ku bi derdora 10 hezar serbaz tên hejmartin, dê mijareke din a girîng be ku encamên hilbijartinên serokatiya Tirkiyê dê bandorê lê bike. Di demekê de ku Erdogan rijd e li ser mayina hêzên Tirkiyê li nav xaka Sûriyê, Kiliçdaroglu dipirse: Serbazên me li nav xaka Sûriyê çi karî dikin?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst