Bûyereke teqekirinê li Hewlêrê; 1 kuştî û 1 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Yekşemê di bûyereke teqekirinê de li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê, welatiyek hat kuştin û kesek jî birîndar bû. Asayişa Hewlêrê dibêje, hêzên wan têkildarî wê bûyerê û bi tohemta kuştina kesekî 3 kes desteser kirine.

Di bûyerekê de li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê gule berdane du kesên bi navên Şehab û Serbet ku di encam de Şehab hat kuştin û Serbest jî birîndar bûye.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman li cihê bûyerê bi şahidekî bûyerê re axivî û wî şahidî got, wî dengê guleyan bihîst ku bi gotina wî weke dengê guleyên Klaşînkofê bûye. Wî kesî got, “8-9 gule avêtin û şofêrê otomobîlê li rêbenda trafîkê da û nesekinî.”

Şahidekî din ku bûyer dîtiye, ji Rûdawê re diyar kir, “kesekî 8 gule berdan û zû reviya, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî bi birîndarî ji otomobîlê daket û ew rakirin nexweşxaneyê.”

Birîndarê bûyerê navê wî Emîr Serbest e û li nexweşxaneyê ji Rûdawê re axivî û got, wî ti pirsgirêk bi ti kesî re nîne û ew nizane ji ber çi sedemî gule berdane wan.

Li gor amarên polîs, sala bihorî 455 bûyerên kuştina bi qestî, bi şaşî û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.

Asayişa Hewlêrê: Me 3 kes desteser kirine

Têkildarî bûyerê Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde ragihandiye, hêzên wan 3 kes bi tohmeta teqekirina li cadeya 100 metrî ya Hewlêrê û kuştina kesekî û birîndarkirine kesekî din desteser kirine.

Asayişa Hewlêrê dibêje, hêzên wan ew her sê kes li gundê Kelekîn ê Xelîfanê desteser kirine.

Şerê li Herîrê

Roja 6-1-2023 li bajarokê Herîrê yê ser bi Hewlêrê ve di navbera du malbatan de şer derket û her du aliyan gule berdan hev.

Di encama wê şerê çekdarî de du kes ku kur û dayik bûn hatin kuştin û du kes jî ji malbata din birîndar bûn.

Li gor şopandina Rûdawê, kesê ku roja Yekşemê li ser cadeya 100 metrî ya Hewlêrê teqe kiriye, xizmê her du kuştiyên şerê li Herîrê ye û bi şaşî wiha zaniye ku teqe li bikujê xizmên xwe kiriye. Lêkolînên derbarê bûyerê de hêj berdewam in û ew yek hêj bi fermî nehatiye piştrastkirin.