Li Sêrtê şerê çekdarî: Kesek mir, kesek jî birîndar e

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sêrt Şerê Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Erbînê yê Sêrta Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de nîqaşa ku ji ber sedemeke nediyar derket, di demeke kurt de veguherî şerê çekdarî.

Di şerê navbera 2 grûpan de Mehmet Çelîk ê 26 salî û T.Y ji ber guleyên ku li gelek cihên laşê wan ketin birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê û yên ewlehiyê piştî agahdarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar piştî dermankirina li cihê bûyerê ji aliyê tîmên tenduristiyê rakirin ve ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatin birin.

Mehmet Çelîk ê ku birînên wî giran bûn, tevî hemû mudaxeleya pizîşkan jî canê xwe ji dest da.

Cenazeya Mehmet Çelîk ji bo otopsiyê birin morgê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo girtina tawanbarên ku reviyan e dest bi lêgerînê hate kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst