Mala meleyekî Kurd hate şewitandin û darên wî hatine qutkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kesên nenaskirî mala Mamoste Îbrahîm Nenele, kesayetê naskirî yê navçeyê ku hikûmeta Îranê rexne dike, şewitandin û bi dehan darên baxçeyê wî birîn. Polîsê Sineyê jî ragihandiye, wan derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kirine.

Mamosteyê olî Îbrahîm Kerîmî ku wek Îbrahîm Nenele tê naskirin, dîmeneke vîdyoyî belav kiriye ku têde xuya dibe, kesên nenas li gundê Nenele agir bi mala wî xistine û kelûpelên di nav mala wî de şewitîne.

Li gorî gotina Îbrahîm Kerîmî, kesên nenas herwiha nêzî 200 darên baxçeyê wî jî birîne.

Mamoste Îbrahîm Kerîmî dibêje, beriya çend salan wî bi deyn ew baxçe kirî ye daku ji bo debara jiyana malbata wî bibe çavkaniya dahatê.

Ew mamosteyê olî yê Kurd behsa bûyerê dike û dibêje, pêr roja 27ê Gulana 2023 serdana baxçeyê xwe kiriye û her tişt li wê derê normal bûye, lê belê roja paştir çûye nav baxçeyê xwe daku baxçeyê xwe av bide û dîtiye ku mala wî hatiye şewitandin û darên baxçe jî hatine qutkirin.

Têkildarî bûyerê polîsê parêzgeha Sineyê daxuyanî daye. Polîsê Sineyê ragihandiye, piştî ku ew ji bûyerê agahdar bûne, demildest dest bi lêkolînê kirine û diyar kir, ew hewl didin kesê ew kar kiriye û sedema bûyerê aşkere bikin.

Mamoste Îbrahîm Kerîmî (Nenele) dibêje, di wan rojên dawî de hejmarek kesên nenas telefona wî kirine û gef li wî xwarine.

Îbrahîm Nenele mamosteyekî olî yê Kurd ê bajarê Sineyê ye û wek kesek ku hikûmeta Îranê rexne dike, tê naskirin. Di xwepêşandanên sala bihorî de jî, wî kesayetê Kurd piştevaniya xwepêşanderan kiribû.

Mamoste Îbrahîm Kerîmî (Nenele) roja 30ê Çileya 2023an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û paşê bi kefalet û bi mercê edlî hatibû berdan.