Li Dîlokê 4 otomobîlan li hev dan: 2 mirî, 20 birîndar

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 4 otomobîlan li hev da û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 20 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, demjimêrên berê êvarî 29ê Gulanê li nêzîkî navçeya Nurdax a ser bi Dîlokê li ser rêya di navbera Dîlok, Edene û Tarsusê de 3 barhilgir, 2 mînîbus û motorsiklêtek li hev qelibîn e û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 20 kes birîndar bûn e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bû cihê bûyerê hatine şandin. Birîndar bû nexweşxaneyên derdûr hatine veguhestin.

Her wiha bi awayek demkî rê li trafîkê hatiye girtin heta ku otomobîlên di bûyerê de zerar dîtîn hatîne rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst